Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro nîvro bi Lobomîr Zaoralk wezîrê karên derve yê komara Çêkê ra hevdîtin pêk anî û her du alîyan li bara berfirekirina peywendîyên dualî li warên curbicur gotûbêj kirin.
Wezîrên karên derve yên Îran û Çêkê edilandin ku her du welat jibo berfirekirina hevkarîyên sîyasî û aborîyê berfire bikin. meselên navçê û navnetewî ji mêhwerên din ên gotûbêjên Zerîf û Zaoralk bûn.
Her du wezîr yê li bajarê Peragê civîneke hevpar a rojnamevanîyê lidar bixin.
Hevgavê gotûbêjên wezîrên karên derve yên Îran û Çêkê, desteya 30 kesî ya çalakên Îranê li civîna hevpar a ligel çalakên aborîyê yên Çêkê pişkdar bûn.
Desteya aborî ya Îranê ji çalakên warên bank, enerjî, tranzît, dermankirin û pizişkî, meden, çêkirina maşînan û alavên cotkarîyê pêk tê.
Zerîf berî serdana komara Çêkê ku ji şeva buhurî va destpê bû, çû Slovakî û Romanîyê û bi rayedarên pilebilind ên wan welatan ra li bara hevkarîyên dualî, navçeyî û navneetwî gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)