İslami Davet Kurdi Bange İslami

Destpêbûna greva karmendên dewleta Iraqê li ser vexwendina Muqteda Sedr

Hejmarek ji karmendên saziyên dewletî yên Iraqê, ji îro ve li ser vexwendina Muqteda Sedr, bona desjikarberdan û greva giştî, dest ji karê xwe berdan.

Li gorî rapora ISNA`yê, gireva giştî ya karmendên dewletî yên Iraqê ku li ser vexwendina Muqteda Sedr, serokê Tevgera Sedrê ve, dest pê bûye, hin wezaretxane û nivîsgehên dewletî yên Iraqê û çend walîtiyan digire ber xwe û bona nîşandayîna nerizamendiya li hember nekemilandina pêvajoya cihanîna bernamên çaksaziyê û pêkanîna dewleta teknokrat û bi armanca bikaranîna zext û zorê  bona têkoşîna dijî gendeliya idarî ye.

Her di vê çarçoveyê de, karmendên dewleta Iraqê, ji îro ve neçûne avahiyên wezaretxaneyan û nivîsgehên dewletî û bi greva li ber avahiyên van saziyan û li darxistina konan û daliqandina alayên Iraqê, xwestin ku li hember gendeliya idarî were sekinîn û rêform û çaksaziyên berfireh cih werin.

Muqteda Sedr, roja îniyê ji karmendên beşên dewletî xwestibû ku îro û sibê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember gendeliya idarî, destan ji karên xwe berdin û li ber avahiyên idareyên dewletî, kom bibin. Vexwendina wî hemû saziyên dewletî ji bilî hêzên ewlehiyê digire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version