LubnanNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ser çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê

Sekreterê giştî yê hizbullaha Lubnanê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullah piştgirîyê didin her cure agirbes, rawestandina xwînrêjiyê û çareserkirina qeyrana Sûriyê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê berêvariya yekşemiyê li mersima heftemîn roja wefata şêx Huseyn Ubeyd, endamê konseya anvendî ya Hizbullahê li bajarê Belebek li rojhilata Lubnanê bi redkirina îdiayên li dijî hizbullaha Lubnanê û Îranê derheq rola wan li dewama qeyaran sûriyê, şantajên medyayê hin welatên erebî li vê barê şermezar kir.

Seyd Hesen Nesrullah tevî piştgiriya ji aşitiyê û çareserkirina karûbaran li hemî navçên Sûriyê got : Şerê Helebê, riya şerê Sûriyê guhertî û rê jibo agirbesa niha û muzakirên siyasî xweş kir.

Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ser kevkariya jibo vegeriyana awareyên sûrî bo navçan û malbatên wan tekez kir û destnîşan kir: Mesela awareyan li Lubnanê nabe bibe meseleyeke eşîretî û mezhebî û nabe siyasî pê rerûbirû bibin bikin.

Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li dewamê qedrzaniya piştgiriya şêx Ubeyd ji hizbullahê heya dawiyê kir û wî wekî pêşengên îman û cîhada exlaqî da zanîn .

Başa dön tuşu