ÎranNûçeRojhilatanavinSêwiran

Destpêbûna Hefteya Wehdetê û pîrozbahiya salvegera Jidêbûna Hezretê Muhemmedê Mustefa(S) pêxemberê hêja yê Islamê

Îro duşemê 12 meha Rebiyul-Ewella Koça Heyvî beranberî 12 kanûnê, bi rewayetekê salroja weladeta Hezretê Muhemmedê Mustefa(S) pêxemberê hêja yê Islamê û destpêka hefteya Yekîtiyê ye.

Bi rewayeteka suneyan, 12`ê meha Rebiyul-Ewella H-Q (Koça Heyvî)  salroja jidêbûna Hezretê Muhemmedê Mustefa (s) pêxemberê islamê dizanin.

Hezretê Îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê ku bi xwe yek ji wan kesan bû ku hertim li ser wehdet û hevgirtina cîhana islamê pêygirî dikir, ji vê mecalê bona hevgirtina grûpên islamî behre wergirt û mecala du nêhrînên ser weladeta pêxember li gorî raveya sune û şîeyan yan 12 hetanî 17 meha Rebiyul-Ewella H-Q wekî Hefteya Wehdetê (Yekîtiyê) bi nav kir.

Ev hefa mecaleke herî baş e bona hevgirtin û biratiya cîhana islamê, bi taybet li van rojên ku dijayetî û pîlanên dijî misilmanan pirtir bûne.

Her çend di navbera mezhebên islamî da li hindek ji babet û hukman cihêtî heye lê bawerên sereke yên hemû mezhebên islamî wekî hev in; Baweriyên wekî baweriya bi Xwedê teala, baweriya bi Qurana Pîroz û baweriya bi Hezretê Muhemmedê Mustefa(S) pêxemberê hêja yê Islamê û qibleyekî hevpar.

Herwisa hemû mezhebên islamî ser îbadetên girîng yên wekî nimêj, rojîgirtin, hecîtî, zekat hwd bawereke wek hev hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu