NûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Ceferî: “Dema bidawîhatina derewan derbarê şerê Sûriyê hatiye“

Nûnerê herttimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Dema bidawîhatina derew û xalifandina raya giştî der barê şerê sepandî li Sûriyê gihîştiye“.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News`ê, Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Bişar Ceferî li civîna duh Çarşemiyê ya Konseya Ewlehiyê ya NY her wiha got: “Hin babetên hilêxistî li vê civînê li bara Sûriyê dui rastiyê da tunînin û tenê ser esasa gotin û tawanên mêdyayî ne“.

Nûnerê herttimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: “Dewleta Sûriyê ji destpêka şerû pevçûnan li vî welatî digel NY û saziyên girêdayî bi wê hevkarî kiriye“.

Bişar Ceferî got: “Siyaseta Sûriyê hêza xwe daye ser du pişkên têkoşîne bêsînor li dijî têrorîsmê û hevdem şopandina pêvajoya siyasî ji bo çareserkirina qeyranê û baweriya bi vê yekê ku gotûbêjên sûriyan bingeh û esasa çareseriya qeyrana Sûriyê , helwêsta neguhêrbar a dewleta Şamê ye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu