LubnanNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê li 15 navendên hilbijartinê

Hilbiajrtinên parlemanî yên Lubnanê ji siet 7 vê sibê li gor dema herêmê, ji bo bijartina 128 nûneran li 15 navendên hilbiajrtinê destpê bû. Ev hilbiajrtin dê 12 sietan bidome.

 Li gorî raghandina  Wezareta karên hundir a Lubnanê, sê milyon û 764 hezar û 483 lubnanî dikarin beşdarê hilbijartina parlemanî ya îro li vî welatî bibin.

Libnan xwdiyê pergaleke  parlemanî ye û saziya dewletê jî ji parlemanî  tê avakirin, yanê parleman, navenda  desthilatê li Lubnanê ye û bijartina  serokkomar û dengê pêbaweriyê bo serokwezîr ji van desthilatên  sereke yên  vê saziyê ye.

Li gorî qanûna hilbijartinên Lubnanê ku li gor  şêwaza rêjeyî hatiye  amadekirin, xelk dengê xwe didine lîsteya hilbaijrtinê û her lîste li gorî asta dengên parlemanê dê kursiyên xwe  hebin. Her  kes tenê dikare  dengê xwe bide lîsteyekê û her  wiha dengê xwe  yê tercîhî bide  kesek ji endamên  lîsteya hanê.

Serê axir her lîsteya hilbijartinê bi qasî dengên bidestxistî kursiyên  parlemanê bi dest bixin. Berbijarên  her lsîteyê jî bi qasî dengê tercîhî ya bidestxistî yê şans û bexta derbasbûna nav parlemanê hebin.

Li gorî qanûna  nû ya hilbijartinên parlemanî, pênc navçeyên vî welatî bi 15 navendên  bijartinê hatine parvekirin û li her navendê jî hejmara  kurisyan li gor  nifûsa  wan navbera  eşîrên wê bi awayekî radeyî hatiye belavkirin da ku 128 nûnerên  parlemanê bi awayekî wekhev ji nav misilman û xiristiyaniyan werin bijartin.

Li gorî qanûna  hilbiajrtinên  Lubnanê, her welatiyekî lubnanî çi li nav û çi jî li dervey vî welat li gor  cihê tomarkirina nasnama xwe li hilbiajrtinê beşdar dibe û dengê xwe dide  berbijarên  têkildarê vê navendê.

Pêştir  dengê lubnaniyên  şeş welatên Îmarat, Uman, Erebistan, Qeter, Kuweyt û Misrê, herwiha  lubnaniyên  rûniştiyê welatên Emerîka, Kanada, Awistralya, peravên Acê, Nîcer, Brazîl, Brîtanya û Fransayê hatine  girtin.

Her wiha dengwergirtina ji 14 hezar berpirs û kedkarên  lidarxistina  hilbiajrtinên  parlemanî yên vî welatî, pêncşemiya  buhurî cih hat.

Cara dawiyê hilbiajrtinên  parlemanî yên Lubnanê  li Hezîrana 2009`an  hat lidarxistin û dewra  qanûnî ya  parlemana  niha  ya Gulana 2013`an  kuta bû lê sê caran hat dirêjkirin.

Başa dön tuşu