Hilbiajrtinên parlemanî yên Lubnanê ji siet 7 vê sibê li gor dema herêmê, ji bo bijartina 128 nûneran li 15 navendên hilbiajrtinê destpê bû. Ev hilbiajrtin dê 12 sietan bidome.
Li gorî raghandina Wezareta karên hundir a Lubnanê, sê milyon û 764 hezar û 483 lubnanî dikarin beşdarê hilbijartina parlemanî ya îro li vî welatî bibin.
Libnan xwdiyê pergaleke parlemanî ye û saziya dewletê jî ji parlemanî tê avakirin, yanê parleman, navenda desthilatê li Lubnanê ye û bijartina serokkomar û dengê pêbaweriyê bo serokwezîr ji van desthilatên sereke yên vê saziyê ye.
Li gorî qanûna hilbijartinên Lubnanê ku li gor şêwaza rêjeyî hatiye amadekirin, xelk dengê xwe didine lîsteya hilbaijrtinê û her lîste li gorî asta dengên parlemanê dê kursiyên xwe hebin. Her kes tenê dikare dengê xwe bide lîsteyekê û her wiha dengê xwe yê tercîhî bide kesek ji endamên lîsteya hanê.
Serê axir her lîsteya hilbijartinê bi qasî dengên bidestxistî kursiyên parlemanê bi dest bixin. Berbijarên her lsîteyê jî bi qasî dengê tercîhî ya bidestxistî yê şans û bexta derbasbûna nav parlemanê hebin.
Li gorî qanûna nû ya hilbijartinên parlemanî, pênc navçeyên vî welatî bi 15 navendên bijartinê hatine parvekirin û li her navendê jî hejmara kurisyan li gor nifûsa wan navbera eşîrên wê bi awayekî radeyî hatiye belavkirin da ku 128 nûnerên parlemanê bi awayekî wekhev ji nav misilman û xiristiyaniyan werin bijartin.
Li gorî qanûna hilbiajrtinên Lubnanê, her welatiyekî lubnanî çi li nav û çi jî li dervey vî welat li gor cihê tomarkirina nasnama xwe li hilbiajrtinê beşdar dibe û dengê xwe dide berbijarên têkildarê vê navendê.
Pêştir dengê lubnaniyên şeş welatên Îmarat, Uman, Erebistan, Qeter, Kuweyt û Misrê, herwiha lubnaniyên rûniştiyê welatên Emerîka, Kanada, Awistralya, peravên Acê, Nîcer, Brazîl, Brîtanya û Fransayê hatine girtin.
Her wiha dengwergirtina ji 14 hezar berpirs û kedkarên lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî yên vî welatî, pêncşemiya buhurî cih hat.
Cara dawiyê hilbiajrtinên parlemanî yên Lubnanê li Hezîrana 2009`an hat lidarxistin û dewra qanûnî ya parlemana niha ya Gulana 2013`an kuta bû lê sê caran hat dirêjkirin.