ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna karê konsulê nû yê Îranê li Istenbolê

Serkonsulê nû yê Komara Islamî ya Îranê li Istenbolê, îro derbasî Tirkîyê bû karê xwe destpê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bextîyar Esedzade dema gihêşt cihê karê xwe li gotûbêja têlêfonî ligel nûçegihanê IRNA`yê got: Ez erka xwe bi armanca berfirekirina peywendîyan, nemaze peywendîyên aborîyê û xizmeta bo hevwelatîyên xwe destpê dikim û jibo îranîyên li Tirkîyê dijîn û herviha her du welatên dost û bira hêvîya serketinê dikim.

Esedzade berî vîya sefîrê Îranê li welatên Gîne û Sênêgalê bûye û herviha alîkerê beşa amadekarîyên balyozxana Îranê li Jênêvê bûye.

Berî Esedzade, Muhsin Murtezayîfer serkonsulê Komara Islamî ya Îranê li Tirkîyê bû. Serkunsûlxana Îranê li Istenbolê yek ji nueratîyên herî kevin ên sîyasî li vî bajarê dîrokî ye.

Komara Islamî ya Îranê 3 konsulxane li bajarên Istenbol, Erzirûm û Trabzonê hene ku ya herî girîng û mezin a li Istenbolê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu