EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna Konferansa ewlehiya navokî li Viyenayê

Konferansa navnetewî ya ewlehiya navokî bi pişkdariya karbidest û birêveberên derecebilind ên Saziya Enirjiya Atomî yên welatên endamê Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomî li Viyenayê birê ket.

Li gor rapora IRIB News`ê, Konferansa navnetewî ya ewlehiya navokî îro duşemê bi pişkdariya karbidest û birêveberên derecebilind ên Saziya Enirjiya Atomî yên welatên endamê Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomî li Viyenayê paytexta Utrîşê birê ket.

Hatiye ragihandin ku naveroka vê konferanê, girtina pîşiya xirabdariyan li nav sîstemên navokî yên welatên endame Ajansa Navnetewî ya Enirjiya atomî, girtina pîşiya dizîna madên navokî, sekinîna li hemberî qaçaxa madên navokî ye ku hedefa van cure xebatane jî evaye ku madên navokî nekevine destê terorîstan.

Elî Ekber Salihî serokê saziya enirjiya atomî ya Îranê hevrê digel taximekî  derecebilind pişkdariya vê civînê kir. Ev konferansa dê hetanî roja îniyê bidome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu