CîhanEwropaNûçe

Destpêbûna lêkolîna li ser şideta polîsê Fransayê dijî Êlegzeran

Dayira lêkolîna gişt a polîsê netewî yê Fransayê, hin lêkolînan li bara kiryarên bişidet ên hêzên polîs dijî nerizamendiyên Êlegzeran destpê kiriye.

Li gorî rapora Kanala televîzyonî ya BFM`ê, Dayira lêkolîna gişt a polîsê netewî yê Fransayê (Inspection générale de la Police nationale), 48 dosiyeyên lêkolîna li ser reftar û kiryarên polîsan dema xwenîşandanên Êlegzeran pêk anine.

Ev lêkolîn piştî wê destpê bûn ku dema xwenîşandanên van hefteyên vê dawiyê, gelek ji çalakvan ji ber bikaranîna gaza rondikhîner ji aliyê polîsê Fransayê ve birîndar bûn.

Eva li halekî ye ku îro şemiyê dewra heftan a xwenîşandanan li bajarên Fransayê têne lidarxistin û nerizamendî wê li heftiyên dahatî jî berdewam bibin.

Xwenîşandana xelkê Fransayê ji 17`ê Mijdarê ve bona nîşandayîna nerizamendiya li hember rewşa debara xelkê û zêdebûna xeraca ardûyê û xercên jiyanê li vî welatî destpê bû.

Di encama kiryarên tund ên polîsê Fransayê de heya niha 10 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine girtin yan jî birîndar bûne .

Başa dön tuşu