CîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna merasima rakirina meytê şehîd Qasim Silêmanî li Kazmêynê

Merasima rakirin û birêkirina meytê şehîd Serdar Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba isalmî û hevrêyên wî yên şehîd ji şarê Kazmêyn ê Iraqê ve destpê bû.

Merasima rakirin û birêkirina meytê şehîd Serdar Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba isalmî, Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê û hevrêyên wan ên şehîd  îro bi pişikdarîya berfire ya gelê Iraqê ji şarê Kazmêyn ê wî welatî ve destpê bû. 

Ligorî daxwaza gelê Iraqê biryar e ku meytên şehîdên êrişa têrorîstî ya roja Înîyê ya hêzên têrorîst ên amerîkî li şarên Necef û Kerbelayê jî bên rakirin û gerrandinê.

Navenda Ragihandinê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî jî di daxûyanîyekê de ragihand ku meytên şehîd Serdar Qasim Silêmanî û hevrêyên wî roja Yekşemê piştî derbasî axa Îrana isalmî bên kirinê, yê bi merasimekê li mezregeha Imam Riza (S) heştemîn imamê Şîeyên cîhanê were rakirinê. 

Merasimek jî yê roja Duşemê li Têhranê bê lidarxistinê û paşê dê meytê wî şehîdî roja Sêşemê li şarê Kirmanê (li başûra Îranê) bi merasimekê bê rakirin û definkirinê.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî Fermandey Hêza quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê û çend kesên din roja Înîyê di encama êrişa hewayî ya hêzên têrorîst ên amerîkî ser balafirgeha Bexdayê de şehîd bûn.  

Başa dön tuşu