AborîCîhanErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Spanya, firotina çekên bo Erebistanê dide rawestinê

Parlimana Spanyayê roja Sêşemiyê li dijî plana rawestandina firotina çekên vî welatî bo Erebistanê derket.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Dijayetiya Parlimana Spanyayê li hemberî pêşnumaya rawestandina firotina çekan bo Erebistanê li halekî ye ku zextên navneteweyî ji bo darizndina Riyazê, ji ber kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî ber bi zêdebûnê ne.

Dewleta Sosiyalîst a Spanyayê roja Şemiyê ragihandibû ku ji mirina Xaşiqçî dilgiran bûye, l biryar daye bi partiya sereke ya dijberê dewletê ra ji bo serneketina plana rawestandina firotina çekan bo Erebistanê bibe yek.

Dewleta Spanyayê meha bihurî anku meha Îlonê ragihand ku firotina 400 bombeyên leyserî bo Erebistanê dide rawestandn, lê çend rojan piştra dev ji biryara xwe berda.

Dewleta Spanyayê hewil dide da ku girêbestên xwe yên mezin digel Riyazê biparêze.

Başa dön tuşu