ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meşa 13`ê Abanê li seranserê Îrana Îslamî

Rêûrisma meşa 13`ê Abanê, sibeha îro pêncşemiyê, bi awayekî hevgav li Têhranê û bajarên din ên Îranê bi beşdariya xelk, xwendekar û komek ji berpirsan dest pê bûye.

Îro 13`ê Abanê hevgavê 3`ê Mijdara 2016`an, roja neteweyî ya sekinîna li hember zorbêjiya cîhanî li Îranê ye. Sî û Heft salan beriya niha di rojeka wekî îro de xwendekarên Îranê bona nîşandayîna nerizamandiya xwe li hember pîlanên curbicur ên Înqilaba Îslamî, hêlîna sîxuriyê (balyozxane) ya Amerîkayê li Têhranê, dagîr kirin.

Rêûrisma meşa roja 13`ê Abana îsal li Têhranê li ber sefareta berê ya Amerîkayê li Têhranê (hêlîna sîxuriyê) û hevgav li 850 bajarên Îranê hate li darxistin û bi dehan nûçegîhan, fîlmhilgir û wênehilgirên ji medya navxweyî û derveyî bona nîşandayîna vê roja neteweyî amade ne.

Beşdarên li meşa roja 13`ê Aban`ê bi durûşmeyên mirin jibo Amerîkayê, mirin jibo Îsraîlê û mirin jibo Alê Sûd ê xaîn, hêrsbûn û nefreta xwe ji her cure zilm û zorbêjiyê nîşan dan û ragihandin.

Herwiha li ser pankardên ku li destê xwendevan û xwendekarên îranî bûn, pêwîstiya dewama şerrê dijî zorbêjan û piştgiriya ji mezlûmên cîhanê, pêgîrî bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu