Destpêbûna meşqa berevaniya hewayî ya Wilayetê li Îranê
Meşqa berevaniya hewayî ya wilayetê ji aliyê emîr deryadar Hebîbullah Seyarî, serokê taxima rêvebir a meşqê li beşên berfireh ji bakur, navend û rojava Îranê destpê bû.
Li gorî rapora IRNA`yê, berevaniya hewayî ya Wilayetê ser mijara meqera berevaniya hewayî ya Xatem Ul-Enbiyayê(s) li çarçoveya koma yekperçe ya berevaniya hewayî ya Îranê û bi beşdariya hêza hewa û fezaya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, yekînên firînê yên hêza hewayî ya artêşê û kanala çavdêriya beserî û optîkî ya Îranê li halê lidarxistinê ye.
Tora fermandehî û kontrola keşf û naskirinê, radûkirin, têkbirina armancên dijmin, cihanîna operasyona berevaniyê li atmosfera şerê iliktronîk, behrewergirtina ji sîstemên îktişafî yên neaktîv, bikaranîna sîstema berevaniyê ya hewayî bi firokevan û bêfirokevan, rawestana li ber mûşekên li dijî radarê û mûşekên kirûz ji van mijaran e ku li meşqa berevaniya hewayî ya wilayetê li Îranê tê temrînkirin.