ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna Meşqa Leşkerî Bêytulmuqedes-29 ya hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Îsfehanê

Meşqa Leşkerî Bêytulmuqedes-29 ya hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê hevçaxî salvegera 35-an a azadiya bajarê Xuremşehrê li Îsfehanê (navenda Îranê) destpê bûye.

Emî Sertîp Nozer Nêimetî Qumandê Meşqa Leşkerî Bêytulmuqedes-29 ya hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro çarşemê li navenda operasiyona vê meşqê hazir bû û fermana destpêbûna Meşqa Leşkerî Bêytulmuqedes-29 da.

Piştî destpêbûna Meşqa Leşkerî Bêytulmuqedes-29 ya hêza bejahiyê ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, yekîneyên hêza bejayî, topxane, yekîneyên hêza lezbertek a artêşa Îranê, Tîpa 65 a hêzên taybet ên artêşê, sîstemên firokên bêfirokevan ên artêş û helîkoptirên hêza hewayî ya artêşê bi palpiştiya firokên  şêrr ên bombeavêj ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê ketine herêma lidarxistina Meşqa Leşkerî û operasiyonên xwe destpê kirin.

Îro çarşemê 24`ê Gulanê salvegera azadkirina bajarê Xuremşehrê ji destê arteşa rejîma Beis a Iraqê ye.

Di 24`ê Gulana sala 1982`an piştî 578 rojan ku artêşa Rejîma Beisa Iraqê Xuremşehr dagîr kiribû, hêzên îranî karîn bi mêrxasî vî bajarî ji destê hêzên destdirêjker azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu