EwropaNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meşqa leşkeriya NATO`yê nêzîkî sînorên Rûsiyê

Erkantiya giştî ya hêzên berevaniya Stoniyê li bara destpêbûna meşqa leşkeriya NATO`yê nêzîkî sînorên Rûsiyê agahî da.

Erkantiya giştî ya hêzên berevaniya Stoniyê bi daxûyaniyekê ragihand ku meşqa mezin û berfireh a `Bahoza Biharê` bi beşdariya şeş hezar hêzan ji welatên endamê NATO`yê ji îro li Stoniyê destpê bû û heya 19`ê Gulanê dê were domandinê.

Li vê meşqê balefirên cengê yên F-15`a Emerîkayê, Suxo-22`a Polonyayê û helîkopterên eskerî yên barhilgir a `Şînokê`a Emerîkayê tên bikaranîn.

Ji dema qeyrana Ukraynê û zêdekirina nîvgirava Kêrîmê li axa Rûsiyê li sala 2014`an, NATO`yê bona nimandina hêza xwe, bi awayekî rêkûpêk li navçeya Baltîkê û Deryaya Reş meşqên navneteweyî bi rê xistin û hizûra xwe ya eskerî li nêzîkî sînorên rojavayî yên Rûsiyê xurt kiriye.

Rayedarên Rûsiyê jî hebûna NATO`yê li rojhilata Ewrûpayê wek gefek li hember ewlehiya welatê xwe dizanin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu