ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna meşqa mezin a leşkerî ya hêza bejahî ya artêşa Îranê

Meşqa mezin a hêza bejahî ya artêşa Komara Îslamiya îranê, ser navê Mihemed Resûlullah (S) ya çaremîn, wê ji sibê yekşemiyê va li başûrê rojhilata Îranê dest pê bibe.

Emîr sertîp Kiyûmers Heyderî, qumandê hêza bejahî ya artêşa Îranê, roja şemiyê li bara meşqa mezin a vê hêzê got: Meşqa leşkerî ya Mihemed Resûlullah (S) ya çaremîn, wê ji sibê yekşemiyê va li navçeyekê bi panatiya 220 hezar kîlometreya çarkunc û bi beşdariya yekîneyên curbicur ên hêza bejahî û piştevaniyê yên hêza hewayî û pêgeha berevaniya hewayî ya Xatem Ul Enbiya (S) a artêşa Îranê tê lidarxistin.

Emîr sertîp Heyderî, armancên herî girîng ên meşqa leşkerî ya Mihemed Resûlullah (S) ya çaremîn, nirxandina amadetiya hêzên beşdar, jordabirina şiyana şerrkirinê ya hêzan, meşqa di pratîkê de ya perwerdehiyên têorî, kêmkirina dema bertekdayîna hêzan û bikaranîna serdestiya di beşa istixbaratî û lêzanînan bi hevkarî û beşdariya xelkê xwecî yê navçê ragihand.

Qumandê hêza bejahî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, bikaranîna alavên nûjen ên şêrr ku li pêşeya berevaniya Îranê hatine çêkirin, yek ji taybetmendiyên din ên meşqa leşkerî Mihemed Resûlullah (S) ya çaremîn, da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu