Destpêbûna muzakirên Îran û Erebistanê li bara Hecê
Yekim civîna fermî ya muzakirên Hecê bo sala 2018`an navbera taxima Hecê ya Komara Îslamî ya Îranê û taxima Heca Siûdî roja înê li Wezareta Hecê ya Erebistanê li Ceddê hat lidarxistin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Hemîd Muhemedî, serokê Rêxistina Hec û Ziyaretê ya Îranê, serokatiya taxima îranî û Muhemed Salih Bin Tahir Bêntên, wezîrê Hecê yê Erebistanê seroktiya taxima siûdî li vê dewra muzakiran dikirin.
Li van muzakiran ku ji bo amadekirina bernameyên heca sala tê lidarxistin, taxima hecê ya Komara Îslamî ya Îranê ser pêwêîstiya amadebûna rewşê ji bo raberkirina xizmetên pêkan li kêleka dabînkirina ewlehiyê û parastina îzet û kirameta heciyên îranî teqez kir.
Muhemedî beriya sefera Erebistanê jî teqez kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dê bi qawet mafên şehîdên Minayê û ketina vînçê li Mekeya Mukereme bişopîne.
Bi hezaran ziyaretkar ji wan 464 ziyaretkirên Îranê eyda qurbana sala 2015`an li halê cihanîna rê û resmên hecê li Minayê ji ber bêferastiya berpirsên Alê Siûd canê xwe ji dest dan.
Her wiha vînçeka mezin 13 rojan beriya karesata Minayê, li 11 Îlona 2015`an ket ser ziyaretkirên mala Xwedê ku li encama vê bûyerê 110 kes hatin kuştin û 238 kes jî birîndar bûn. 11 ziyaretkirên îranî li nav cangoriyên bûyera vînçê de bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)