Muzakirên sêalî yên wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê bi mêhwera hevdengiya navçeyî û alûgurên Sûriyê bitaybet gihandina alîkariyê bo xelkê vî welatî îro li Moskowayê destpê bû.
Li gorî rapora IRNA`yê, armanca vê muzakirê ku piştî hevdîatina taximên îranî û rûsî li Moskowayê destpê bûye hewldana jibo çareserkirina qeyrana siyasî ya Sûriyê û mayîndebûna agirbesa giştalî li vî welatî ye .
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê beriya destpêbûna muzakirên bi Sergeyî lavrof û Mewlûd Çawûşoglu hevtayên rûsî û tirk yên xwe re got : Li civînên plankirî, mêhwerên curbicur ji wan navçeyî, alûgorên Sûriyê, çareserkirina qeyrana siyasî ya vî welatî, pêwîstiya hevkariya kêrhatîtir li bara mesela terorîzmê û her wiha xurtkirina hevkariyên dualî li warên curbicur tên hilêxistin û hilkolandin.
Ji aliyê din ve li gorî bernama rêkûpêkbûyî, serdar sertîp pasdar Huseyn Dihqan wezîrê berevaniyê yê Îranê ku li Moskowayê de ye jî li bara mêhwerên berevaniya ewlehiyê û hevkariyên navçeyî dê hin muzakiran bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)