İslami Davet Kurdi Bange İslami

Destpêbûna operasiyona nû ya artêşa Iraqê li başûra Mûsilê

Hêzên artêşa Iraqê operasiyona xwe ya nû li başûra Mûsilê destpê kirin.

Li go rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, piştî azadiya navenda bajarê Felûcê ji destê terorîstên DAIŞ’ê, li parêzgeha El-Enbarê, hêzên iraqî îro sibê operasiyona xwe ya berfireh li bakûra parêzgeha Selahedînê û başûra bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê destpê kirin.

Hatiye ragihandin ku ev operasiyona ji bo azadkirina bajarê El-Şerqatê li parêzgeha Selahedînê û azadkirina pêgeha hewayî ya El-Qiyare li başûra Mûsilê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version