NûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna operasyona azadkirina Bûkemalê ji aliyê Hêzên Berteka Lezgîn ên artêşa Sûriyê

Hêzên Berteka Lezgîn ên artêşa Sûriyê ji mêhwerekê li bajarê Meyadînê operasyona azadkirian bajarê Bûkemalê destpê kirin û pêşdeçûna xwe domandin.

 Li gorî rapora Fars Newsê çavkaniyeke sûrî raghand: Hêzên berxwedanê roja sêşemê ji mêhwera Mehkanê li Meyadînê li rojhilata Sûriyê derbasî bajaroka  El-Qûriye bûn û bi endamên terorîstî yên DAIŞê re ketin pevçûnê.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, hevgavê operasyona  bejahiyê ya artêşa Sûriyê, balefirên cengê yên rûsî û sûrî meqerên  bicibûna endamên DAIŞê li vê navçê dan ber êrişê.

Ji mêhwera Meyadînî hêzên sûrî ji bajarê Bûkemalê ku dawîna nevnda giring a DAIŞê li Dêrazorê tê hesab,70 km a dûr in.

Hêzlên sûrî roja duşemiyê jî kontrola hin navçan  li derdora bajaroka Mehkanê girtin destê xwe û îro operasyona xwe hîn berfirehtir kirin.

Di eynî demê de, artêşa Sûriyê û hêzên  hevpeymanê xwe li mêhwera   anvenda niftê ya  nasiyar bi  T-2 nêzîkî sînorên  Sûriyê û Iraqê, 30 km ji başûrê Bûkemalê ji vî bajarî dûr in.

Hêzên berteka legîzn ên artêşa Sûriyê vê dawiyê bajarên  Meyadîn û Dêrazorê ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞ azad kirin û operasyona xwe li kêleka rojava  ya çemê Firatê didomînin.

Başa dön tuşu