Destpêbûna opêrasyona azadkirina Mûsilê
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê bûye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku opêrasyona azadkirina şarê Mûsilê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê bûye.
Kanala nûçan a El-Alamê jî ragihand ku çeperên DAIŞ`ê li derdora Mûsilê bi giranî tên topbarankirinê û vê komê ji hêzên xwe xwestîye ku paşda vekişin. Bi dû êrişên giran ên hêzên artêşa Iraqê ser rêzên pêşîn ên hêzên DAIŞ`ê li Mûsilê, gellek têrorîstên vê komê revîn.
Li gorî vê raporê, di destpêka opêrasyona Mûsilê da divê êrişî 350 armancî bê kirin.
Di vî halî da çavkanîyên nûçan ên iraqî ragihandin ku Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê piştgirî da fermana Ebadî ya destpêkirina opêrasyona Mûsilê.
Hevgavê destpêbûna opêrasyona azadkirina Mûsilê, ciwanên vî şarî jî li dijî DAIŞ`ê rabûne.
Serokwezîrê Iraqê li daxûyanîyekê ku malpera Someriye News`ê weşandîye, pêkutî kirîye ku azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê nêzîk e û hêzên iraqî yê dijmin xafil bikin. Wî niştecihên Mûsilê jî jibo hevkarîya tev hêzên artêşê vexwendin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)