IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna operasyona berfireh a ewlehiyê li kemberê bakurê Bexdayê

Navenda medyayî ya erkantiya hevpar a Iraqê li bara destpêbûna operasyoan berfireh a ewlehiyê li kemberê bakurê Bexdayê paytexta vî welatî agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li gorî daxûyaniya navenda medyayî ya  erknatiya hevpar a Iraqê, ev operasyona bi armanca jordebirina rewşa ewlehiyê û şopandina  endamên ber teqîbat Teşkîlata Dadweriyê ya Iraqê ji erdê û hewayê ya navça  El-Tarmiyê li 40 Kîlometriya Bexdayê û derdora wê digre ber xwe û ji siba roja yekşemiyê ve destpê bûye.

  Li vê operasyonê xêncî hêzên bejahiyê, helîkopterên  artêşê û hêza hewayî ya Iraqê jî beşdar bûne.

 Piştî du êrişên vê dawiyê yên terorîstan ser hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî ya Iraqê li derdora bakur û başûrê Bexdayê 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

 Ji aliyê din ve koma  Seraya El-Selam ser bi Heşda Şebî û çiqa eskerî ya tevgera Sedrê ku ewlehiya navça  Samerayê li istûyê xwe heye li bara bêencamkirina operasyona nifûza birek ji endamên terorîstî yên DAIŞ`ê ser bajarê Samerayê agahî da.

Başa dön tuşu