ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa mûşekî ya Yemenê ser navenda kehrebayê ya Cîzanê

Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê mûşekeke balêstîk a navînbirr ber bi navenda ceryanê ya Şeqîq a Erebistanê va avêtin ku li devera Cîzan a vî welatî ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sebeê, Yekîneya mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê şeva buhurî wekî bersiva li hemberî bomberan û cinayetên berdewam ên Erebistanê û dorpêçkirina gelê mezlûm ê Yemenê, bi mûekeke balêstîk a navînbirr êrişî navenda kehrebayê ya Şeqîqê li Cîzanê kirin.

Çavkanîyên serbazî yên ser bi artêşa Yemenê jî ji kanala Al-Mayadinê re gotin ku serbazekî erebistanî îro bi destê hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên ser bi Ensarulahê li baregeha Serdahê li Cazanê li başûra Erebistanê hat kuştinê.

Di vî halî da, jineke yemenî îro bi destê hêzên dagiker û destdirêjker ên siûdî li devera Meafirê li parêzgeha Teizê li başûra Yemenê şehîd bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu