IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna opêrsiyona Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî ji bo paqijkirina bakurê Iraqê ji têrorîstan

Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî îro anku Îniyê opêrsiyona paqijkirina hin navçeyên prêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî ji hebûna endamên koma têrorîst a DAIŞê dest pê kirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê ji zarê kanala Têlêvîziyoniya El Furat Newsê, Yekîneya ragiahndinê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî bi dxûyaniyekê tevî amajeya bi destpêbûna opêrasiyona paqijkirina navçeyên El Eşîş û Seilsel Cibalê li aprêzgeha Selahedînê, ragihand: Li vê opêrsiyonê du baregehên endamên DAIŞê ku ji bo êrîşa li ser welatiyên asayî û hêzên ewlehiyê dihat bikaranîn, xera bûn.

Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, Mezher Ezawî, fermandarê Opêrasiyonê ya parêzgeha  Diyala Iraqê got: Hêza hewayî y Iraqê çar baregehên girîng ên Koma têrorîst a DAIŞê li navçeya Hewz hemrînê li bakurê rojhilata beiqûbeyê kirin armanca êrîşên xwe ku di encamê da, hejamreka endamên DAIŞê hatin kuştin û baregehên wan jî ji nav çûn.

Berdevka dewleta Iraqê jî îro anku Îniyê bi daxûyaniyekê ragihand: Li pey fermana Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê ji bo lezandina cihanîna hikmên mehkûmên têrorîstî, hikmê 12 mehkûmên têrorîst, roja bihurî cih hat.

Li pey cinayeta vê dawiyê ya koma têrorîst a DAIŞê ya kuştin û tîketîkekirina çend welatiyên asayî yên iraqî, heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî fermana cihanîna lezgîn a hikmê darvekirina mehkûmên DAIŞê da.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê Pêncşemiyê bi şev bi daxûyaniyekê ku ji aliyê ofîsa serokwezîrtiya Iraqê va hat dayînê, soz da ku tola heşt dîlên li destê têrorîstên tekfîrî yên DAIŞê ku meytên wan roja çarşemiyê li nêzikî azadrêya bexda – Kerkûkê hatin dîtin, hilde.

Başa dön tuşu