CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna pêşbirkeya sporê ya artêşên cîhanê li Çînê bi pişkdariya Îranê

Pêşbirkeya sporê ya artêşên cîhanê bi pişkdariya welatên curbicure cîhanê ji wan Komara îslamî ya Îranê ji duh yekşemê li du navçên bakûra rojava û başûra rojhilata Çînê destpê bûye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNAyê, Pêşbirkeya sporê ya artêşên cîhanê bi pişkdariya welatên curbicure cîhanê yên wekî Îranê ji duh yekşemê li parêzgeha Xinjiyang li bakûra rojava û parêzgeha Fujiyan li  başûra rojhilata Çînê destpê bûye.

Bingehên nûçan ragihandine ku sercem 358 sporvan li çarçîva 17 tîman ji 10 welatên cîhanê ji wan Îran, Çîn, Bilarûs, Misr, Qezaqistan û Rûsiyayê pişkdariya vê pêşbirkeyê kirine.

Tîma Komara îslamî ya Îranê pêkhatî ji sporvanên artêş, Sipahê Pasdaran û hêzên întezamî pişkdariya vê pêşbirkeya artêşên cîhanî kiriye.

Başa dön tuşu