Pêşbirkeya sporê ya artêşên cîhanê bi pişkdariya welatên curbicure cîhanê ji wan Komara îslamî ya Îranê ji duh yekşemê li du navçên bakûra rojava û başûra rojhilata Çînê destpê bûye.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNAyê, Pêşbirkeya sporê ya artêşên cîhanê bi pişkdariya welatên curbicure cîhanê yên wekî Îranê ji duh yekşemê li parêzgeha Xinjiyang li bakûra rojava û parêzgeha Fujiyan li başûra rojhilata Çînê destpê bûye.
Bingehên nûçan ragihandine ku sercem 358 sporvan li çarçîva 17 tîman ji 10 welatên cîhanê ji wan Îran, Çîn, Bilarûs, Misr, Qezaqistan û Rûsiyayê pişkdariya vê pêşbirkeyê kirine.
Tîma Komara îslamî ya Îranê pêkhatî ji sporvanên artêş, Sipahê Pasdaran û hêzên întezamî pişkdariya vê pêşbirkeya artêşên cîhanî kiriye.