Bi amadetiya tam a hêzên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê, plana ewlehiyê ya dabînkirina ewlehiya hilbijartinê li vî welatî jî destpê bû.
Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke ewlehiyê li Iraqê li bara destpêbûna plana ewlehiyê ya hilbijartinê û amadetiya hemî hêzên leşkerî û ewlehiyê yên vî welatî heya dawiya hilbijartinê agahî da.
Di hemen demê de, Seid Meien, berdevkê Wezareta karên Hindir a Iraqê û berdevkê erkantiya operasyona Bexdayê jî pêştir amadetiya ewlehiyê ji bo dabînkirina ewlehiya hilbiajrtinên parlemanî yên vî welatî li roja 12 Gulanê raghandibû û gotibû: Hevahengiyên pir baş bi komîsyona bilind a hilbijartinê re hene.
Hilbiajrtinên parlemanî yên sala 2018`an li Iraqê yekim hilbijartinên vî welatî piştî têkçûna koma terorîstî ya DAIŞ’ê û duwem hilbiajrtin piştî paşdevekişyana Emerîakyê ji Iraqê li sala 2011`an tê hesab.
7 hezar û 367 berbijarên hilbiajrtinê ji 18 parêzgehên Iraqê jibo bidestxistina 329 kursiyên parlemnaê dê bi hev re hevrikiyê bikin da ku piştî bijartina endamên parlemanê, rewş ji bo bijartina serokwezîr û serokkomarê vî welatî jî xweş bibe.
Li gorî ragahndina komîsyona hilbijartinên Iraqê propagendeya hilbijartina vî welatî kuji roja 14 Nîsanê ve destpê bûye, 24 sietan beriya destpêbûna dengigrtinê dê kuta bibe da ku berbijarên hilbiajrtinê ji bo nasandina xwe û bernameyên xwe yên hilbijartinê derfeta pêdivî hebin.