NûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna qonaxa duyem a derketina kesên çekdar û malbatên wan ji Humsê

Waliyê Humsê li kêleka duyemîn qonaxa veguehstina kesên çekdar ji taxa El Weira Humsê ragihand: Çaverêtî heye ku ji 400 heta 450 kesên çekdar roja duşemiyê hevrê digel malbatên xwe bo Cerablosê li bakurê Sûriyê bên veguhestin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Telal El Berazî waliyê Humsê (li navend û rojavaya Sûriyê) ragihand: Derdora çil hezar kes ji rûniştiyên taxa El Weirê dê li vê navçeyê bimînin.

El Berazî her wiha got: Piştî kemilandina aştiyê li taxa El Weirê, dê pêngavên din di vê rêkê da li hin deverên din jî bên rakiirn.

Pêştir jî derketina yekemm koma kesên çekdar ji taxa El Weira Humsê li çarçova lihevkirina di navebra dewleta Sûriyê û komên çekdar bi misogeriya Rûsiyê pêk hat.

Li gorî nûçeyeke din, navenda rûsî ya li Sûriyê bi daxûyaniyekê ragihand ku alîkariya sê hezar kes ji rûniştiyên Heleb û Laziqiyê li bakur û bakur rojavaya Sûriyê kiriye.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Du ton û nîv xwarekên germ hevrê digel nan û avê di heyama yek roja buhurî da di nava rûniştiyên Helebê hat parvekirin û ji bilî viya du karwanên hilgirê alîkairyên însanî ji hêla Rûsiyê va ji bo raberkirina bo rûniştiyên du bajaran li Rîfa Şamê raberî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye kiirn.

Demekê berî viya jî zêde ji 17 hezar ton genim li çarçova alîkariyên însandostiyê ya dewleta Rûsiyê bo gelê Sûriyê bi gemiyê gihîşte bendera Tersosa vî welatî.

Rayedarekî NY ragihand ku heft miliyon kes ji welaityên sûrî piştî derbasbûna şeş salan ji qeyrana vî welatî hema wisa ji ber nebûna ewlehiya xwarekê rencê dikişînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu