ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna qunaxa sereke ya meşqa deryayî ya Welayeta 95

Qunaxa sereke ya meşqa deryayî ya hêzên behrî yên artêşa Komara îslamî ya Îranê ya ser navê Welayeta 95 îro sibê bi pişkdariya qumandê hêza deryayî ya artêşa Îranê destpê bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Qunaxa sereke ya meşqa deryayî ya hêzên behrî yên artêşa Komara îslamî ya Îranê ya ser navê Welayeta 95 îro yekşemê bi pişkdariya qumandê hêza deryayî ya artêşa Îranê û li navçeyek bi panî û berûniya 2 milyon kîlomitrên çarkunc ji biqaza Hurmizê hetanê behra Umanê , ji bakûra Uqyanûsa Hindê û heda 10 derece ya xeta Ustivayê destpê bû.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî qumandê hêza deryayî ya artêşa Îranê ragihand ku hedefa meşqa welayeta 95 peyama aşitiyê û dostiya Îranê bo welatên navçê, nîşandana karayiya berevanî û zêdekirina ewlehiya navçê û şerê dijî terorîzma behrî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu