ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna qunaxa sereke ya `Tedbîqata Pêxemberê Mezin(S) a Sipahê Pasdaran`

Qunaxa sereke ya meşqa û `Tedbîqata Pêxemberê Mezin(S) a Sipahê Pasdaran`a dewra 11-an a hêzên bejayî yên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi îcraya operasiyonên şervanên yekîneya taybet a Sabirîn li navça bakûra rojhilata Îranê destpê bû.

Qunaxa sereke ya meşqa û `Tedbîqata Pêxemberê Mezin(S) a Sipahê Pasdaran` a dewra 11-an a hêzên bejayî yên Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî bi êrişa şervanên yekîneya taybete Sabirîn ser dijminê ferzî û agirê topxana sipah ser van dijminan û dîtin û peydakirina cih û karîna dijmin bi firokên bê firokevan li navça bakûra rojhilata Îranê destpê bû.

Li vê meşqê ji cure sîlahên pêşketî û nû yên sipahê pasdaran behreh hate girtin.

Serdar Serleşkerê pasdar Xulamelî Reşîd qumandê bargeha navendî ya Xatemulembiya (s), serdar Sertîpê Pasdar Husên Selamî cîgirê qumandê giştî yê sipahê pasdaran, serdar sertîp pasdar Muhemed Xakpûr qumandê hêzên bejayî yê sipah, serdar sertîpê pasdar Mehdî Rebanî alîkarê operasiyona erkantiya giştî yê hêzên çekdar û parek din ji karbidest û qumandên derecebilinde hêzên çekdar jî ji pişkdarên vê meşqa sipah bûn.

Li vê meşqa sipahê pasdaran, pişkek ji karayiyên hêza bejayî ya sipah bona parastina qazan nizama muqedese Komara îslamî ya Îranê li navçên navendî û bakûra rojhilata Îranê hate ceribandin.

Ev meşqa ji roja duşemiya bihurî destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu