ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna rêûresma oxirkirina meytê şehîdên êrişên terorîstî yên Têhranê

Rêûresma oxirkirina meytê paqij ê şehîdên êrişên terorîstî yên roja çarşemiyê yên Têhranê, piştî nimêja îniyê li ber zanîngeha Têhranê bi beşdariya berfireh a gel û rayedarên Komara Îslamî ya Îranê destpê bû.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, rêûresma oxirkirina şehîdên êrişên terorîstî yên Têhranê jî vê sibê bi beşdariya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî serokê meclîsa şêwra Îslamî  û ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê saziya dadweriyê ya Îranê li meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.

Hejmarek ji şehîdên êrişên terorîstî yên Têhranê piştî oxirkirinê li beşa 50`î ya Bihêştê Zehraya Têhranê, li kêleka  mezarê şehîdên berevanê heremê dê werin definkirin.

Li encama êrişên siba çarşemiyê ya endamên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û herema paqija Îmam Xumeynî (RE) li Têhranê û hevpeymanên  rojavayî û ereb ên vî welatî ji wan Erebistanê,  gelek cinayet li welatên navçê bitaybet Iraq û Sûriyê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu