ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna rêûrisma tazîdariya Ayetullah Refsencanî bi hizûra Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî

Rêûrisma tazîdariya Ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Îslamî ya Îranê bi hizûra Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî ya Îranê li Husêyniya îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) bi rê ket.

Li rêûrisma tazîdariya Ayetulah Haşimîyê Refsencanî malbat û xizmên Ayetulah Haşimîyê Refsencanî, serokên sê saziyên sereke yên welêt, berpirsên leşkerî û yên din ên Îranê û çîn û qatên xelkê pişkdar in.

Li vê rêûrismê qariyên qurana pîroz hin ayetên vê kitêba pîroz xwendin û meddah û pesindêrên binemala pêxember (S) jî medahî kirin.

Merasima oxirkirina meytê ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê rehmetî yê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê duh sêşemê bi amadebûna bicoş a berpirsên derecebilind ên welêt û çîn û qatên curbicur ên gelê Îranê her wiha hejmarek ji balyozên welatên din li Têhranê hat lidarxistin.

Ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Îslamî ya Îranê êvara yekşemiyê ji ber rawestana dil di temenê 82 salîyê da li nexweşxana Şuhedaya Tecrîşa Têhranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu