ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna Rijeya mezin a hêzên çekdar ên Îranê li roja yekim a hefteya berevaniya pîroz

Hevçaxî destpêbûna hefteya berevaniya pîroz, rêûresma rijeya mezin a hêzên çekdar ên Îranê îro şemê li seranserî welêt birê ket.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hevgavê yekim roja Heftiya Parastina Pîroz mersima Rijeya hêzên çekdar li seranserê Îranê û bi pişkdariya hêzên artêş, sipah, besîc, hêzên întezamî û hêzên wezareta berevanî û piştevaniya hêzên çekdar birê ket.

Mersima Rijeya hêzên çekdar ên Îranê li Têhranê û li kêleka tirba paqij a hezretê Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) hat birêvebirin.

Mersima Rijeya hêzên çekdar li Têhranê bi beşdariya Hesen Ruhanî serokkomar,  fermandeyên pilebilind  ên eskerî yên artêşê, Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî hêzên întezamî, besîc û wezareta berevaniyê û nûnerên eskerî yên welatên biyanî li Têhranê birêve çû.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li rêûresma rijeya hêzênçekdare Îranê li Têhranê axivî.

Li merasima Rijeya hêzên çekdar li Têhranê beşek ji  cebilxanên eskerî û berevaniyê yên Îranê hatin nimandinê û yekîneyên nimûne mersima Rijeyê pêk anîn.

Îro 21`ê Îlonê salvegera destpêbûna şerê sepandî yê heştsalî yê Rejîma Beisa Iraqê (Bi serkirdetiya dîktatorê îdambûyî yê Iraq, Sedam) dijî Komara Îslamî ya  Îranê û destpêbûna  Heftiya Parastina Pîroz e

Başa dön tuşu