AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna sefera serokê Komara Islamî ya Îranê bo Asîyaya Navîn

Serokê Komara Islamî ya Îranê dewra nû ya serdanên xwe yên welatên navçê bo Asîyaya Navîn bi serdana Ermenistanê destpê kir.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro di çarçova armanca sîyaseta bihêzkirina peywendîyan û xurtkirina hevkarîya ligel cînaran û welatên navçê da, li gorî vexwendina fermî ya serokomarê Ermenistanê çû bajarê Rewanê paytexta vî welatî.

Rûhanî berî ku ber bi Rewanê va birê bikeve, li koma nûçegihanan got: Îran bi dû jordabirina asta peywendîyên aborî ligel welatên Asîyaya Navîn (Ermenistan, Qezaqistan û Qirqîzistan) ye.

Wî bi gotina vîya ku Îranê di van salên dawîyê da peywendîyên nêzîk bi van sê welatên devera Qefqazê û Asîyaya Navîn ra dannîe, ragihand ku Ermenistan, Qezaqistan û Qirqîzistan beşek ji korîdora Îranê jibo têkilîya ligel rojava, rojhilat û bakûrê ne.

Serokê Komara Islamnî ya Îranê herwiha got: Di hevdîtinan da yê li bara berfirekirina peywendîyên ticarî gorûbêj pêk bên.

Li gorî vê raporê, muzakireya desteyên pilebilind ên her du welatan, wajokirina çend belgeyên hevkarîyê ji hêla rayedarên Îran û Ermenistanê va û kombûna bazirganên her du welatan, ji wan programên sefera serokomarê Îranê bo Ermenistanê ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê piştî kutakirina serdana xwe ya Ermenistanê yê here Qezaqistan û Qirqîzistanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu