EfrîqaErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna tedbîqata hevpar a Erebistan, Amerîka û Malêzyayê

Yekîneya taybet a hêza bejahî ya Erebistanê, îro yekşemiyê, meşq û tedbîqata xwe ya hevpar a bi hêzên amerîkî û malêzyayî re ser navê Rim a Bakûrê ya 2016`an li bakûrê rojavayê vî welatî dest pê kir.

Rojnameya dervenavçeyî ya El Şerq El Ewset`ê ragihand: Meşqa hevpar a Rim a Bakûr a 2016`an, bi amadebûna yekîneyên taybet ên hêza bejahî ya Erebistanê û hêzên taybet ên Amerîka û Malêzyayê, duh dest pê bû.

Li gorî vê raporê, hejmarek ji yekîneyên taybet ên hêza deryayî û hêza taybet a hewayî ya Erebistanê jî di vê meşqê de beşdar in ku biryar e heya 13`ê Mijdarê berdewam be.

Elî Bin Sayêr El Enzî, qumandê vê meşqê, bi pêşwazîkirina ji beşdariya hêzên taybet ên amerîkî û malêzyayî di vê meşqê de got: Armanca ji li darxistina meşqên wiha yên leşkerî, bi destxistina tecrube û behrewergirtina ji şiyanên leşkerî yên welatên din û yekperçekirina karên jibo amadetiya jibo sekinîna li hember her tiştekê ye ku gef li berjewendiyên neteweyî dixwe.

Eva li halekê ye ku midehekî beriya niha jî, Çîn û Erebistan, jibo cara yekemîn meşqa dijî terorîstî ya ku armanca cihanîna wê, zêdekirina karaiyên cengî yên dijî terorîstî û sekinîna li hember gefên neasayî yên ewlehiyê hatiye ragihandin, li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu