NûçeRojhilatanavinSûriye

Destpêbûna vegeryana xelkê sivîl bo kampa Yermûkê li başûrê Şamê

Bi azadkirina navça kampa Yermûkê li başûrê Şamê, vegeryana xelkê sivîl bo vê navçê ku dema êrişa terorîstan nerçar bibûn ji wir birevin, destpê bûye.

 Li gorî rapopra roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê Sputnikê, li gorî gotina çavkaniyên  xwecî li ber deriyê navça kampa  Yermûkê, hêzên ewlehiyê yên sûrî bi cih bûn û nasnamên  kesên ku dixwezin herin nava  kampê, hildikolin.

Çavkaniyên hanê her wiha raghandin: Vegeryana  xelkê sivîl bo vê navçê li halekê cih tê ku  dewleta Sûriyê bernama xwe ji bo paqijkirina  kampa  Yermûkê bi pûçkirina  bombeyan ji avahiyên vê navçê destpê bûye.

Fermandehiya  giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, 21 Gulanê azadkirina  Şamê û damezrandina tam a  ewlehiyê li derdora wê ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê raghand.

Di hemen demê de, wezareta berevaniyê ya  Rûsiyê şemiyê şevê raghand: Komek ji hêzên  nasiyar bi polîsê eskerî yê vî welatî yên bicihbûyî li Sûriyê vegeryan Rûsiyê.

Sibata buhurî jî wezareta  derve ya Rûsiyê li bara vegeryana 393 kes ji hêzên polîsên eskerî yên vî welatî yên bicihbûyî li Heleba Sûriyê bi Çêçênê agahî dabû.

Li gor nûçeyeke din piştî hewldana  komên çekdar ên  ku ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî dibin ji bo birina ciwanan bo eskeriyê bi zorê û girtina zalimane  yên xelkê bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê xelkê vî bajarî sêşemiya şevê xwenîşandeneke  berfireh li dar xistin. Hêzên  çekdar jî hewl dan ku bi avêtina gulleyên şêr  ber bi xwenîaşnderan ew belav bikin.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.

Başa dön tuşu