IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêka operasiyona Heşda Şeibî bona azadkirina navça El-Qeyrewan li bakûra Iraqê

Hêzên gelanî yên Iraqê piştî dorpêçkirina Teleferê li parêzgeha Nêynewayê, operasiyona azadkirina navça El-Qeyrewanê ji destê terorîstan destpê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan Fars News`ê, Hêzên gelanî yên Iraqê îro îniyê piştî dorpêçkirina Teleferê li parêzgeha Nêynewayê, operasiyona azadkirina navça El-Qeyrewanê û gundên derûdor ji destê terorîstan destpê kir.

Henîn Qodu Nûnerê parêzgeha Nêynewayê li parlemana Iraqê bal kişande ser destpê bûna operasiyona Heşda Şeibî bona azadkirina navça El-Qeyrewan ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand; Ji ber ku Telefer ji aliyê hêzên gelanî dorpêç bûye navça El-Qeyrewan dê bi rehetî ji destê terorîstan azad bibe.

Henîn Qodu bal kişande ser viya ku hêzên Heşda Şeibî rewşa mirovî ya awareyan li kempan xistine kuntrola xwe ragihand ku her niha jî alîkariyên mirovî bi berfirehî ji bo awareyan têne şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu