Serokomarê Amerîkayê Donald Trump rojekê piştî ragihandina derxistina hêzên vî welatî ji Sûriyê, destûra derxistina heft hezar hêzên amerîkî ji nav Efxanistanê da.
Kanala CNN ji zarê rayedarên leşkerî yên Amerîkayê ragihand ku Trump destûr daye artêşa vî welatî ku bernama derxistina 7 hezar hêzên amerîkî ji nav Efxanistanê amade bike.
CNN ragihand ku destûra derxistina hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê roja sêşemê hevdemê ragihandina derxistina hêzên amerîkî ji Sûriyê bûye ji ber vê yekê muhtemel e derxistina wan hêzana çend mehan dom bike.
Çend saetan berî niha jî Rojnama Wall Street Journal ragihand ku hikûmeta Amerîkayê di halê hilkolandina derxistina parek ji 14 hezar hêzên amerîkî ji nav Efxanistanê ye.
Trump ji bo pînekirina vê biryara xwe ya derxistina hêzên amerîkî ji nav Sûriyê û Efxanistanê dibêje mayîna wan li Sûryê û Efxanistanê ser ziyana Amerîkayê ye.