Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li dewama pêşdeçûna xwe li rojhilata parêzgeha Helebê kontrola navça Elsê bi dest xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê,çavkaniyên meydanî roja pênşemiyê ragihandin, ev navçeya piştî pevçûnên giran tev grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û bi piştgiriya hewayî ya balefirên sûrî hat azad kirin.
Artêşa Sûriyê ji dawiya meha Dêyê operasyoneke berfireh li rojhilata parêzgeha Helebê destpê kiriye û heya niha bi dehan bajarok û gund paqij kirine.
Fermandehiya operasyona artêşa Sûriyê li vê eniyê ser istûyê Suheyl Hesen fermandê hêzên taybet ên artêşa vî welatî ye ku roleke giring li azadkirina taxên rojhilata bajarê Helebê hebû (BANGÊ ÎSLÂMİ).