FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama berxwedanê, tenê riya bidestxistina mafên binpêbûyî yên filistîniyan

Sekreterê giştî yê civîna piştgiriya ji serhildana Filistînê, dewama berxwedanê tenê riya bidestxistina mafên binpêbûyî yên filistîniyan da zanînê.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB News`ê, Huseyn Emîr Ebdullahiyan, sekreterê giştî yê şeşemîn civîna piştgiriya ji serhildana Filistînê li gotûbêja taybet tev televîziyona El-Meyadînê got ku ev civîna li Têhranê hevgavê daxûayniya awarte û heftiyemîn salvegera parvekirina Filistînê û pênciyemîn salvegera dagirkirina qudsê hatiye lidarxistin.

Şeşmîn civîna navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana Filistînê, 21 û 22`ê Sibata 2017`an bi beşdariya taximên 80 welatên cîhanê li Têhranê tê lidarxistin.

Ebdullahiyan bal kişand ser dewama destdirêjiyên Îsarîlê û bajarokçêkirinên vê rejîma dagirker û got: Li civîna piştgiriya ji serhildan û Qudsê, dê biryarên giring bên dayîn û peyama giring a hezretê Ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî têde were xwendinê.

Xalid El-Beteş rayedarekî tevgera cîhada Îslamî ya Filistînê jî hevgavê şeşmîn civîna piştgiriya ji serhildana Filistînê diyar kir ku her yek ji rayedarên erebî ku bi Rejîma Siyonîstî re bibe hevpeyman, hikma mirina xwe wajo kiriye.

Xizir Hebîb û El-Qezafî El-Qetetî ji rayedarên tevgera cîhada Îslamî ya Filistînê li gotûbêjên cida tev kanala El-Alamê ji hemî welatên Îslamî xwestin ku şêwaz û nihêrîna Îranê li ser mesela Filistînê bişopînin.

Şeşmîn civîna navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana Filsitînê bi srokatiya Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û xwendina peyama rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî îro li hola civîna rayedarên welatên Îslamî li Têhranê karê xwe destpê dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu