ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Dewama binpêkirina heq û mafê mirov li Erebistanê: 2 ciwanên din li vî welata hatine îdamkirin

Dadgeha sizadana Riyazê duh Duşemê li hukmên cuda cuda hukmê sêdaredanê ji bo du cewanên navça El-Qetîfê li parêzgeha El-Şerqiye li rojhilata Erebistanê derxist.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dadgeha sizadana Riyazê duh Duşemê li hukmên cuda cuda hukmê sêdaredanê ji bo du cewanên navça El-Qetîfê li parêzgeha El-Şerqiye li rojhilata Erebistanê derxist û bo cewanekî din jî 23 sal zîndan birrî.

Rejîma Alê Seûd li hemberî her cure nerezamendiyeka aşitîxwazane bi tundî disekine û neraziyan terorîst dizane û bi şîdet wan siza dike.

Nerezamendiya xelkê Erebistanê bi taybet xelkê navça El-Qetîfê ji ber nebûna dadmendiyê, ,zolm û zor û parvekirina ne-edlana ya derhatê ji aliyê rejîma Alê Seûd ji sala 2011 destpê bûye.

Rejîma Alê Seûd jî bi tundî bersiva xwenîşanderên seûdî daye û heta niha bi dehan kes ji xelkê vî welatî ji aliyê rejîma Alê Seûd  vahatine kuştin yan jî birndar bûne.

Başa dön tuşu