Dadgeha sizadana Riyazê duh Duşemê li hukmên cuda cuda hukmê sêdaredanê ji bo du cewanên navça El-Qetîfê li parêzgeha El-Şerqiye li rojhilata Erebistanê derxist.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dadgeha sizadana Riyazê duh Duşemê li hukmên cuda cuda hukmê sêdaredanê ji bo du cewanên navça El-Qetîfê li parêzgeha El-Şerqiye li rojhilata Erebistanê derxist û bo cewanekî din jî 23 sal zîndan birrî.
Rejîma Alê Seûd li hemberî her cure nerezamendiyeka aşitîxwazane bi tundî disekine û neraziyan terorîst dizane û bi şîdet wan siza dike.
Nerezamendiya xelkê Erebistanê bi taybet xelkê navça El-Qetîfê ji ber nebûna dadmendiyê, ,zolm û zor û parvekirina ne-edlana ya derhatê ji aliyê rejîma Alê Seûd ji sala 2011 destpê bûye.
Rejîma Alê Seûd jî bi tundî bersiva xwenîşanderên seûdî daye û heta niha bi dehan kes ji xelkê vî welatî ji aliyê rejîma Alê Seûd vahatine kuştin yan jî birndar bûne.