ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen
Dewama bombebarana bajarên Yemenê ji aliyê Erebistanê
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Mesîrê, balefirên destdirêjkar ên Erebistanê navça El-Cebanê li bajarê El-Selîfê ya parêzgeha Hedîdê 5 caran kirin hedefa êrişan. Bombebarana şeva buhurî a navça Mewzeyê ya parêzgeha Tiezê herî kêm 7 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Çavkaniyeke herêmê jî diyar kir: Balefirên dijmin êriş kirin ser trimbêlekê li gundê El-Cehfeyê li navça Mewzeyê, trimbêla hanê îmha kirin û çend malên wan kavil kirin û 7 kes kuştin û çend kes jî birîndar kirin.
Eva li halekê ye ku hevgavê vê êrişê, navça El-Medînê ya vî bajarî jî ket ber bombeyî. Hejmara goriyên vê cinayetê hîn nehatiye ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)