IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama cinayetên DAIŞê li Iraqê bi darvekirina heşt welatiyên sivîl

Koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞê heşt welatiyên sivîl piştî çend rojan dîlgirtinê, darve kriin û piştra pirtî pirtî kirin.

Navenda Ragihandinê ya Polîsê Iraqê roja bihurî anku Çarşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê ragihand: Meytên heşt welatiyên asayî ku ji aliyê koma cinayetkar a DAIŞê va hatine işkencekirin, darvekirin û tîke tîke bûne li riya Diyale – Kerkûkê li bakurê vî welatî hatin dîtin.

Navenda Ragihandinê ya Polîsê Iraqê her wiha ragihand: Cinayetkarên DAIŞê careka din nîşan dan ku tu xalekê ji billî cinayet û kuştinê nas nakin.

Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê wek berteka li hemberî vê cinayetê, daxwaza kiryara lezgîn ji aliyê heyder Ebadiyê serokwezîrê vî welatî lin dijî bermahiyên DAIŞê û sekinîna li hemberî kiryarên têrorîstî kir.

Ji aliyê din va Xesan Îsawî berdevkê eşîrên parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê qala kuştina 13 têrorîstên DAIŞê li çola Enbarê bi opêrasiyoneka hevpar ji aliyê hêzên seferberiya eşîran û artêşa Iraqê kir.

Dewleta Iraqê 21ê Kanûna sala 2017an dawiya hebûna leşkerî ya koma têrorîst a DAIŞê ragihand, lê bermahiyên têrorîstan carna hin êrîşan li deverên cûrbicûr ên vî welatî pêk tînin.

Li vî halî Hemîd El hayîs, serokê konseya filitandinê ya parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê bal kişande ser hin agahî û zanyariyên wergirtî ji navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê destnîşan kir: Hêzên çekdar ên Amerîkayê hatûçûna têrorîstên DAIŞê hêsan kirine û çavê xwe li ser ketina van têrorîstan nav çola Enbarê digirin.

Serokê Konseya Filitandinê ya parêzgeha Enbarê li ser pêwîstiya paşvekişiyana hêzên çekdar ên Amerîkayê ji sînorê Iraq û Sûriyê pêgirî kir ş got: Dosyeya ewlehiyê ya sînorê Iraq û Sûriyê divê radestî artêşa Iraqê û Heşdê Şeibî were kirin.

Başa dön tuşu