NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama cinayetên hevalbendiya seûdî dijî xelkê Yemenê 3 kuştî û birîndar li bakûra Yemenê

Ji ber êrişa mûşekî û topxaneyî ya hevalbendiya destdirêjkere Seûdî ser bakûra Yemenê jinek hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor raporaajansa nûçan a IRNA`yê, Ji ber êrişa mûşekî û topxaneyî ya hevalbendiya destdirêjkere Seûdî ser navçên derûdora bajarê sînorî yê Razêh li parêzgeha Sedê li bakûra Yemenê jinek hate kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hatiye ragihandin ku ji ber vê destdirêjiya hevalbendiya Seûdî ser axa Yemenê xisaretên zav li malên xelkê sivîl ketin.

Firokên şerî yên hevalbendiya Seûdî herwisa bajarokê Herf Sufyan li parêzgeha Umran li bakûra rojavaya Yemenê jî kirine hedefa êrişên xwe.

Ji aliyê dinve topxana artêşa Yemenê jî pêgehên eskerî yên Erebistanê li El-Muxbireh û pêgeha Burcul-Mehdef li Cîzanê li başûra Erebistanê kirine hedefa êrişên xwe.

Erebistanê ji 26ê Adara sala 2015an va li çarçova hevpeymaniyeka pêkhatî ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi alîkarî û çiraya kesk a Azmerîkayê êrîşin berfireh li dijî Yemenê dest pê kirin da ku bi biyoniya vegerandina Evde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê îstiîfakirî û destjiakrkişandî yê vî welatî- ser desthilatê, armanc û zêdexwaziyên xwe yên siyasî bigihîne encamê.

Rêjîma Seûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe li vî welatî bi dest bixin.

Başa dön tuşu