NûçeRojhilatanavinYemen

Dewama cinayetên Rejîma Siûdî li Yemenê

Di encama êrişa hewayî ya balafirên cengî yên siûdiyan ser gund û bajarên Yemenê de, hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Ajansa nûçeyan a AL ALAM`ê, balafirên cengî yên destdirêjker ên siûdî sê caran, bajarê El Metûn li parêzgeha Cûfê dan ber bombeyan ku bûn sedema mirina kesekî sivîl. Balafirên destdirêjker ên siûdî, berêvariya îniyê jî navçeya Nehem a li parêzgeha Senayê dan ber bombeyên xuşikî ku di encama wê de pîrejinek û du zarok hatin kuştin û çend zarok jî birîndar bûn.

Balafirên cengî yên Erebistana Siûdî, herwiha tora telêkomê ya navçeya El Xemîsê li bajarê Saqeynê li parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê dan ber bombeyan.

Yekîneya topxaneyî ya artêşê û komîteyên gelanî yên ser bi Ensarullahê jî li berteka li hember dewama cinayetên siûdiyan, hejmarek ji trombîlên leşkerî yên artêşa siûdî li pêgeha Serfehê li Cîzanê dan ber topan.

Nîşanbazên yemenî, herwiha leşkerekî siûdî li navçeya El Defîneyê dan ber gulleyan û ji bilî wê pêgeha El Mueneq û topxana artêşa Erebistanê li bakûra navçeya Xefîrê li Cîzanê teqandin.

Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an ve bi piştevaniya Amerîkayê û hin welatên ereb ên navçê, êrişî Yemenê kiriye ta ku Ebd-Rebe Mensûr Hadî, serokkomarê îstîfakirî yê vî welatî, vegerîne ser desthilatê.

di encama êrişên Erebistanê ser Yemenê de, nêzî 11 hezar kes hatin kuştin û herîkêm sê mîlyon kes aware bûn û ji bilî wê gellek xisar li binavahiyên wekî nexweşxane û dibistanên vî welatî ketine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu