NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama cinayetên têrorîstan li Sûriyê

Li êrîşa mûşekî ya têrorîstan a DAIŞ`ê li ser Helebê li bakûrê Sûriyê hejmarek ji welatiyên sûrî hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA`yê, têrorîstên DAIŞ`ê sibeha roja çarşemiyê bi çend mûşekan, taxa Selahedîna bajarê Helebê li bakûrê Sûriyê dane ber êrîşê ku ji ber wê êrîşê heft kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndar û nexweşan xerab hatiye ragihnadin.

Ji ber vê êrîşa mûşekî ziyaneke giran jî li mal û heyitiyên welatiyên sûrî ket.

Duh anku sêşemiyê jî piştî paşvekişiyana çeteyên DAIŞ`ê ji hinek taxên bajarê Helebê, çeteyêîn DAIŞ`ê ji bo rawestandina pêşdaçûna artêşa Sûriyê li çend taxên Helebê gaza kîmiyayî ya Xerdelê bi kar anîn ku ji ber vê kiryara cinayetkarane 20 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

Komên têrorîst her roj taxên rojavayî yên bajarê Heleba Sûriyê didin ber êrîşan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu