CîhanEwropaNûçe

Dewama destwerdana Trump li Vinêzoêlayê

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di dewama siyasetên xwe yên destwerdanê li karên navxweyî yên Vinêzoêlayê roja Çarşemiyê di pêwendiya têlêfonî tev Xuwan Guwaydo, rêberê dijberên vî welatî gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, trump di vê pêwendiya têlêfonî careka din li ser piştevaniya xwe ji Guwaydo pêgirî kir.

Du aliyan li vê gotûbêja têlêfonî li ser dewama têkilliya bi hev ra di rojên pêşî da û di kelekela lidarxistina xwenîşandanên ji pêş va plandarêştî pêgirî kirin.

Her wiha serokomarê Amerîkayê bi weşandina peyamekê li ser Twittera xwe, ji xelkê Vinêzoêlayê xwest ku  serhildana xwe li dijî dewleta Nîkolas Madoroyê serokomarê qanûnî yê vî welatî bidomînin.

Başa dön tuşu