NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama êrîşa artêşa Sûriyê li ser têrorîstan

Hêzên artêşa Sûriyê navçeyeke din li bakûrê rojavaya Şama paytexta Sûriyê ji bin kontrola têrorîstan azad kirin.

Hêzên artêşa Sûriyê ji berêvariya îniyê va heta berbanga şemiyê bi êrîşeke berfireh navçeya Eyûnê li baklûrê rojavaya Şamê ji bin kontrola têrorîstan derxistin ku di encamê da hejmarek ji têrorîstan hatin kuştin. Li vê opêrasiyonê heftî avahî ji bin kontrola têrorîstan hatin derxistin.

Li vî halî hêzên artêşa Sûriyê îro anku şemiyê, 8`ê Cotmeha 2016`an, tevî azadkirina çend bajarok û gundan li parêzgeha Hemahê li rojavaya Sûriyê ziyanên giran li têrorîstan xistin.

Li vî halî alav û amorên şêrr, tank û erebeyên têrorîstan li Derayê li başûrê Sûriyê ji aliyê firoekyên şêrr ên artêşa Sûriyê va hatin têkbirin û hejmarek ji têrorîstan hatin kuştin an birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu